Here naverokê

Jîla Huseynî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 13:15, 2 çiriya paşîn 2024 ya ji aliyê Avestaboy (gotûbêj | beşdarî) ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)
Jîla Huseynî
Helbestvana kurd Jîla Huseynî
Jidayikbûn21ê îlona 1964an
Seqiz, Rojhilata Kurdistanê
Mirin27ê îlona 1996an (32 salî)
Rûdaneke tirombêlan di navbera Seqiz û Tehranê de
PîşeHelbestvan, nivîskar
Zimanê nivîsinêKurdî, farisî
NeteweKurd
HevwelatîÎran
Şêweyê wejêyîHelbest, kurteçîrok
Berhemên navdar
  • Geşey Evîn (dîwana helbestan), 1995.
  • Qelay Raz (dîwana helbestan, kurteçîrok), 1998/1999.[çavkanî hewce ye]
HevjînŞahrez Nusodî
Dê û bav
biguhêreBelge

Jîla Huseynî (jdb. 21 îlon 1964 li bajarê Saqizê, Rojhilatê Kurdistanê - m. 27 îlon 1996) helbestvaneke kurd e û xwediya du dîwanan e. Her wiha helbestên wê bi zimanê farisî jî hene.

Ew keça dadvan û zana Mêhran Huseynî (Şêx Mêhran) e. Jîla di pazdeh saliya temenê xwe de, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Dîwana wê ya pêşîn a bi navê "Geşey Evîn" di 1995ê de hate çapkirin.

Jîla Huseynî xwediya kitêbxaneyeke zengîn bû û di handan û piştevaniya helbesta kurdî de roleke giring leyîst bû. Her wisa yek ji damezirînerên Encûmana Wêjeyî ya Mewlewî ya Kurdî li bajarê Sine bû.

Di 27ê îlona 1996ê de dema ber bi Tehranê ve diçin, da ku helbestvanê kurd Şêrko Bêkes bibînin, Jîla û keça xwe ya dehmehî Jîna di rûdaneke tirombêlan de canê xwe ji dest didin. Ew kurekî bi navê Ramîn û keçeke bi navê Bihar Zohre li pişt xwe bi cih dihêle.[1]