Here naverokê

Condoleezza Rice

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Condoleezza Rice
Jidayikbûn14 çiriya paşîn 1954 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Birmingham (AlabamaLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
  • Siyasetmedar
  • siyasetmas
  • mamosteya/yê zanîngehê
  • akademîsyen li ser wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • United States Secretary of State (2005–2009)
  • National Security Advisor (2001–2005) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
Xelat
  • Eric M. Warburg Award (2007)
  • Candace Award (1989)
  • Horatio Alger Award (2010)
  • Order of Stara Planina
  • Order of the Star of Romania Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperprofiles.stanford.edu/condoleezza-rice Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Condoleezza "Condi" Rice (jdb. 14 çiriya paşîn 1954) dîplomat û siyasetnasa DYAyê ye. Ew niha li Zanîngeha Stanfordê Enstîtuya Hoover bi rê ve dibe. Wek endama Partiya Komarparêz, wê ji 2005 heta 2009 wek 66emîn wezîra derve yê DYAyê kar kir û ji 2001 heta 2005 19emîn şêwirmenda ewlehiya neteweyî ya Dewletên Yekbûyî bû. Rice yekem jin û yekem wezîra derve ya afroamerîkî bû ku wek şêwirmenda ewlekariya netewî kar bike. Heta hilbijartina Barack Obama wek serok di 2008an de, Rice û selefê wê Colin Powell di dîroka saziya rêvebirina federal de afromerîkiyên herî payebilind bûn. Di dema tayînkirina wê de wek Wezîra Derve, Rice di dîroka DYAyê de jina herî payebilind bû ku di rêza serokatiyê de cih girtiye.

Rice li Birmingham, Alabama ji dayik bû û di dema cudabûna nijadî ya başûrê DYAyê de mezin bû. Wê di warê zanistên siyasî de lîsansa xwe ya Bachelorê ji Zanîngeha Denverê û lîsansa xwe ya Masterê jî li Zanîngeha Notre Dame wergirt. Di sala 1981 de, wê doktoraya xwe ji Dibistana Lêkolînên Navneteweyî ya li Zanîngeha Denver wergirt.[1][2] Dû re wê li Wezareta Derve ya di bin rêveberiya Carter de xebitî û di Encumena Ewlekariya Neteweyî de wekî şêwirmenda karûbarên Sovyetê û Ewropaya Rojhilat a serok George H. W. Bush, di dema hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û yekbûna Almanyayê de ji 1989 heta 1991. Rice pişt re li Zanîngeha Stanfordê bû alîkara akademîsyen û li wir heta 1999 xebitî. Di 17ê kanûna pêşîn 2000 de, ew wek şêwirmenda ewlekariya neteweyî tevlî rêveberiya George W. Bush bû. Di dewreya duyem a Bush de, ew li şûna Colin Powell bû Wezîra Derve, bi vî awayî bû jina yekem a afromerîkî, duyemîn afroamerîkî piştî Powell, û jina duyem piştî Madeleine Albright bû ku vê postê bigire.

  1. ^ "Condoleezza Rice". Stanford Graduate School of Business (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 çiriya pêşîn 2024.
  2. ^ Plotz, David (12 gulan 2000). "Condoleezza Rice". Slate (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 1091-2339. Roja gihiştinê 11 çiriya pêşîn 2024.